Daxuyanî "Bona piştgirîkirina hewldanên fermîkirina Zimanê Kurdî"

.

Daxuyanî

"Bona piştgirîkirina hewldanên fermîkirina Zimanê Kurdî"

Piştî ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve, ji 3'ê heta 21'ê çileya 2022'an ji bo helbijartina dersên bijarte yên kurdî bi herdu zaravên Kurmancî û Kurmancikî "Zazakî" hatiye destnîşan kirin, ku xwendevanên polên navendî yên kurd dikarin navên xwe ji bo xwendina dersên Kurdî tomar bikin, di heman demê de ji aliyê sazîyên taybet bi Zimanê Kurdî, mamosta û akdamîsyenên kurd, rêxistinên civaka sivîl û heta hin partiyên Kurdî li Bakûrê Kurdistanê, kampaniyek bona helbijartina dersên kurdî hatiye ragihandin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, di heman çarçoveyê de, piştgiriya hemû hewl û bizavên bona parastina nasname û hîmayên neteweyî li tevaya Kurdistan û diyaspora dike û piştgiriya xwe bo vê kampaniyê radigehîne, tevî ku wê wekî gavek biçûk dibîne, ku nayê bi wateya bi fermîkirina Zimanê Kurdî.

Dewleta Tirkiyê bi salên dûr û dirêj, bi hemû hêz û şiyanên xwe ve, kar ji bo asîmilsyona gelê kurd, guhertina demografî, tirkirina nav û paşnavên kurdan û qedexekirina zimanê kurd kiriye, herwisa bi sedan komkujî, koçbarkirin û wêrankarî li ser destê dewleta Tirkiyê ya dagîrker li dijî gelê me hatine pêkanîn, di nav de tawanên dijemirov û şer li dijî gelê kurd li Rojavayê kurdistanê jî û dagîrkirina Efrîn, Bab, Cerablis, Girêspî û Serêkaniyê.

Em hêvîxwazin ku ev kampanî serbikeve û bigehêje armanca xwe û bibe derfetek ji bo bifermîkirina Zimanê Kurdî, herwisa bibe havênê yekrêziyê û bilindbûna hestê neteweyî yê kurdî li Bakurê Kurdistanê, û bidestxistina mafên neteweyî yên rewa û daxwazên zêdetir.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Qamişlo 15.01.2022 

Kurdistan Haberleri

Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da
Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir
Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar