Dave Wallace: Divê Amerîka Herêma Kurdistanê biparêze

.

 Namzetekî Kongressa Amerîkayê dibêje, divê em hemû bi hev re rawestin û dawî li êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bînin. Herwiha got, Bexda û grûpên milîsên Şîe dixwazin Herêma Kurdistanê wêran bikin.

Namzedê Kongressa Amerîkayê Dave Wallace ji K24ê re ragihand, êrîşa li ser kêlgeha Kormorê, binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê ye û ew êrîş li dijî hikûmet û çanda serwerî û rûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Wallace got, divê Amerîka Herêma Kurdistanê biparêze, bi taybetî ku hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê heye.

Herwiha got: “Divê em hemû êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi dawî bibin, bi taybet ji bo Herêma Kurdistanê petrola xwe hinarde bike.

Wallace got jî: “Bexda û grûpên milîsên Şîe çi ji destê wan tê, li dijî Herêma Kurdistanê dikin û dixwazin wê têk bidin.”

Namzedê kongressê her wiha got, divê êrişên li ser aborî û enerjiya Herêma Kurdistanê bên rawestandin û tekane bersiva van êrîşan jî, bersiva bi heman awayî ye. Nexwe dê xelk bê ceyran, av û aborîyek baş bimîne.

(K24)

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye