Daristanên Amêdiyê dişewitin: Li ser jiyana mirov û ajelan metirsiyeke cidî heye

.

 Ji ber bombebaranên Tirkiyeyê yên ku hefteyekê ye didomin, li derdora nahiyeya Dêrelokê ya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê agir bi daristanên sînorê 4 gundan ketiye û heta niha ew agir bi temamî nehatiye vemirandin.

Zêdeyî hefteyekê ye li gundên Sergele, Bercî, Guhare û Belav ên Amediyê agir derketiye. Agir çend caran hatiye vemirandin lê ji ber topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyiyê dîsa pê ketiye.

"Ev zêdeyî hefteyekê ye dorûberê gund hemû agir e"

Xelkê gundê Sergeleyê Pêşket Reşîd got: “Ev zêdeyî hefteyekê ye dorûberê gund hemû agir e, em li cihekî agir vedimirînin li cihekî din dîsa derdikeve. Jiyana xelkê li ser van mazî, berû û kezwanan e lê ev eqar hemû şewitandin. Tu agir li cihekî vedimirînî lê behneke din cihekî din li ber dikeve.”

Agir kêmtirî kîlometreyekê nêzîkî gundan bûye, bi gotina xelkê deverê li pişta Çiyayê Metînayê çend caran dûkel rabûye lê wan nekariye biçin wê derê.

"Li ser jiyana mirov û ajelan metirsiyeke cidî heye"

Xelkê Gundê Belaveyê Necîb Xalid jî got: “Topa eşawî gelek xeter e, nabêjin ev der gund e, bêvan e diavêjin û ka li kû derê ket. Ev tişt gelekî metirsîdar e li ser van her çar gundan. Li gundên  Sergele, Bercî, Guhare û Belavê li ser jiyana mirov û ajelan metirsiyeke cidî heye.”

Artêşa Tirkiyeyê 18ê Tîrmehê operasyonek li devera Nihêlê daye destpêkirin û ew dever bi dijwarî tê bombebaran û topbarankirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê zêdeyî heta niha zêdetirî 100 donim erd li wê devêrê şewitiye û hinek cih hene ku welatî nikarin agir li wan deran vemirînin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî