Daraza Fransayê ji bo serokê Sûriyê yê berê Beşar Esad biryara girtinê da

.

 Daraza dewleta Fransayê di derbarê sûcên ku Beşar Esad kiriye, biryara girtina wî da. Wezîrê dadê yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku ji bol i Sûriyê dadwerî bicîh were, wê têkoşîna Fransayê dewam bike.

Wezîr Jean-Noel Barrot balê kişand ser wahşetên zîndana Sednayê ya di bin desthilata Esad de bû û got ku divê sûcên rejîmê bê ceza nemînin. Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got:

“Daraza Fransayê ji bo Beşar Esad biryara girtinê da. Ew dehşeta sûcên ku min di zîndana Sednaya de dît, divê bê ceza nemînin. Fransa ji bo Sûriyeyiyan edalet bicîh were seferber bû û wê seferberiya me dewam bike.”

Barrot û wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock, piştî roxandina rejîma Sûriyê seredana Şamê, baregeha sûcan ya zîndana Senaya kiribûn û gelek tiştan li ber çavên xwe dîbûn.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc