Danîmarka leşkerên xwe ji Iraq û Sûriyê vedikişîne

.

Danîmarka leşker û şêwirmendên xwe yên leşkerî yên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de hatibûn bicihkirin ji Iraq û Sûriyê vedikişîne.

Wezareta Berevaniyê ya Danîmarkayê roja Şemiyê 22ê Nîsana 2023an ragihand ku çend sedem li pişt vê biryarê hene ku yek ji wan lawazbûna DAIŞê û pêwîstiya Danîmarkayê bi bihêzkirina ewlehiya xwe ya navxweyî.

Fermandarê Hêza Esmanî ya Danîmarkayê Bjark Lomborg destnîşan kir ku di vê demê de, bihêzkirina şiyana rûbirûbûna gefên li derdora Danîmarkayê ji şerê DAIŞê girîngtir e.

Berî niha medyaya Amerîkî ragihandibû ku NATO siyaseta xwe ya berevaniyê li hember şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê di ber çavan re derbas dike.

Li gor medyaya Amerîkayê, stratejiya nû ya NATOyê daxwaz dike ku hevpeymanên NATOyê yên li rojhilatê Ewropaya li benda piştevaniya Amerîkayê nebin heger Rûsya êrîşî welatên wan bike, divê li dijî Rûsyayê leşkerên xwe zêde bikin.

Danîmarka ji Tîrmeha 2014an ve endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û 300 leşker û şêwirmendên wê yên leşkerî li Iraq û Sûriyê hene.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin