Danîmarka | 11 Kurd bi fermî bûn namzedê hilbijartina Parlamentoyê

.

 Di hilbijartina Parlamentoya Danîmarkayê de, 11 Kurd jî bi fermî bûn namzed.

Li gor zanyariyan, hilbijartinên Parlamentoya Danîmarkayê wê roja 1ê Mijdara 2022an bi beşdariya 18 aliyên siyasî birêve biçe.

Herwiha hat zanîn ku 11 Kurdan ji çend partiyên cuda bi fermî xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Danîmarkê kirine namzed. Hin ji wan cara duyemîn e ku namzet in û berê parlamenter bûn, yên din jî cara yekem e ji aliyê partiyên xwe ve dibin namzed.

Navên namzedên Kurd wiha ne:

1- Serdal Benli - Partiya Sosiyala Gel ya Danîmarkî

2- Helime Oguz - Partiya Sosiyala Gel ya Danîmarkî

3- Sazan Germiyanî - Partiya Kesk

4- Araz Khan - Partiya Çep

5- Yildiz Akdogan - Sosiyal Demokratîk 

6- Hediye Temiz - Partiya Çep a Radîkal

7- Esat Sentûrk - Çep a Radîkal

8- Jamîl Bozo - Demokrata Xirsitiyan

9- Îbrahîm Benlî - Lîsteya Yekgirtû

10- Necla Baran - Lîsteya Yekgirtû

11- Lars Aslan Rasmussen - Sosiyal Demokratîk

Hat eşkerekirin ku li hinek cihan dengdana pêşwext hatiye kirin û li gor amarên destpêkê, çepgiran piraniya dengan bidest xistine, lewma tê çaverêkirin ku çepgir dîsa di hilbijartinên parlamentoya Danîmarkayê de bi ser bikevin.

Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Danîmarkayê ji 179 kursiyan pêk tê. Ji ber ku di dema borî de partiyeke çepgir ji nava desthilatê vekişiya, Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen, banga hilbijartinên pêşwext di 1ê Mijdara 2022an de kir.

Kurdistan Haberleri

Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da
Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir
Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar