Danîmark şewitandin û bêrêzîkirina li pirtûkên pîroz qedexe dike

.

Wezîrê Dadê yê Danîmarkê Peter Hummelgaard ragihand, projeyasayek amade kirine ku rêgirî li şewitandin û bêrêzîkirina li pirtûkên pîroz dike.

Peter Hummelgaard diyar kiriye, li gor yasayê sivikatîkirina li pirtûkên pîroz qedexe ye, armanca vê jî jiholêrakirina tundûtûjî û rûbirûbûna kiryarên têkder ên li welat e.

Hummelgaard destnîşan kiriye, nabe destê xwe li hember wan kesan girêbidin ku bi rêya bêrêzîkirina li pirtûkên pîroz, rewşa ewlehiyê xera bikin.

Wezîrê Dadê yê Danîmarkê gotiye, ev yasa diçe çarçoveya parastina asayîşa netewî ya Danîmarkê û cezayê kesên pabendî yasayê nebin, dê bibe zindanîkirin.

Bûye demek ji aliyê çend kesan ve pirtûkên pîroz têne şewitandin, bi taybetî jî Qurana pîroz, ku bûye sedema hêrskirina Misilmanan û cîhana Îslamî bi giştî, bi taybetî li welatên Îskandînavya.

Ev kiryar bûne sedema wê yekê ku asayîş û seqamgîriya wan welatan bikevin metirsiyê, loma Danîmark bi rêya yasayekê ve hewl dide şewitandina pirtûkên pîroz qedexe bike.

Kurdistan Haberleri

Bi dronan êrişî Hêzên Zagrosê kirin: 2 birîndar
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir
Sîpan Hemo bû Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê
Şandeyeke Kurdên Êzidî bi Erdogan re civiya
Nezîr Akat û Gulê Jiyana Serok Barzanî Dinirxînin