Dana Gas: Ji ber êrişa li Kormorê hilberîna gazê rawestiya

.

Dana Gasê ragihand ku hilberîna gazê ya li Kormorê ji ber êrişa şevê din bi awayekî demkî rawestiyaye.

Şeva borî bi mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Êriş bûbû sedema şewîtina depoyeke gaza xwezayî û ti ziyanên canî çênebûbûn.

Piştî bûyerê timên agirvemirandinê û ambulans çûbûn cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê jî dest bi lêkolînê kiribû.

Dana Gasa ku kompanyayeke Îmaratên Erebî ye û li Kormor û Çemçemalê gazê hildiberînê ragihand ku piştî vê êrişê hilberîna gaza Kormorê bi awayê demkî hatiye rawestandin.

Dana Gasê herwiha ragihand, guman heye ku êriş bi dronan hatibe kirin û got:

“Ji bo ku agir were vemirandin hilberîna gazê bi temamî hat rawestandin.

Tîman ji bo ku hilberîn careke din dest pê bike tedbîrên pêwîst wergirtine.”

Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku herîkîna karebayê hatiye sekinandin û 2800 megawat kareba ji dest çûye.

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê bajarojê Qadir Keremê yê qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşverbirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin