Dalkurd surprîz kir "Roja Min a Mezin"

Bi vê minasebetê dê ew roj jî bibe "Roja min a mezin" ya Dalkurdê, ya alîgirên wê, ya fûtbolîstên wê, ya rêveberiya wê, ya kurdên li Swêde û her weha ya hemû dilxwazin Dalkurdê yên li Kurdistan û cîhanê jî

Dalkurdê surprîzekê kir û biryar girt ku li ser unîformaya tîmê bi reklama Weqfa "Min Stora Dag" (Roja min a mezin) derkeve maça xwe ya ewil û dîrokî ya Superlîga Swêd Allsvenska yê.
 
Rêveberiya Dalkurdê û sponsorê esasî yê Dalkurdê Fastlinkê biryar dan ku di maça ewil ya Superlîga Swêd de reklama Weqfa "Mîn Stora Dag" (Roja min a mezin) bikin.
 
Dalkurd ê di 2yê nîsanê de li Friends Arenaya Stockholmê derkeve maça xwe ya ewil û dîrokî ya Superlîga Swêd. Bi vê minasebetê dê ew roj jî bibe "Roja min a mezin"  ya Dalkurdê, ya alîgirên wê, ya fûtbolîstên wê, ya rêveberiya wê, ya kurdên li Swêde û her weha ya hemû dilxwazin Dalkurdê yên li Kurdistan û cîhanê jî.


Min Stora Dag Weqfek dewleta Swêd e û serokatiya wê jî  Prînsesa Swêd Madeleine dike. Weqif alîkariya zarokên  ku nexweşî û dîagnozên wan yên cidî hene dike.
Armanca Dalkurdê jî ewe ku bi rêya sazî û alîgirên xwe nêzî 300.000 kronê swêdî bicivîne bû bibexşine weqfê.

SPOR Haberleri

Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê