Dalkurd îro girîngtirîn maça xwe dileyize

Eger îro Dalkurd di maça li himberî Gaisê pûanekî bistîne derdikeve Lîga Sûperê ya Swêdê.

Dalkurd ku bo derketina Lîga Sûperê ya Swêdê têdikoşe, îro maçeke herî girîng dileyize.

Maça li himberî Gaisê li seha Dalkurdê tê leyistin û maç bi saeta Swêdê di 14:00 de dest pê dike. Hejayî gotinê ye ku Dalkurd bi 54 pûana di rêza duyemîn de ye û eger îro li himberî Gaisa di rêza 11an de ye pûanekê bistîne dertê Lîga Sûperê ya Swêdê.

Dalkurd di 2004an de weke tîmeke amator hat damezrandin û hema her sal di lîga xwe de bû şampiyon û derket lîgeke bilindtir.

Maça Dalkurd-Gaisê di Linka jêr de zindî tê weşandin.

http://livetv.sx/dex/eventinfo/582314_dalkurd_gais/

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.