Dalkurd hêvî bilind kir

Her çiqas Dalkurdê maç wenda kir jî bi Futbola xwe ya xweşik hêvî da alîgirên xwe û bal kişand ku di lîga Super Allsvenska de her mayî ye

Dalkurd îro derket maça xwe ya ewil ya Superlîga Swêd .

 
Raqîba Dalkurdê yek ji tîmên favorî û xurt ya lîga Swêdê AIK Solna bû.
Maç li Arenaya neteweyî li Friends Arenayê li pêşbirî 30 hezar temaşevanan hat lîstin û nêzî 3000 alîgirên kurd jî li arenayê destek dan Dalkurdê.
 
Her çiqas Dalkurd li hember raqîba xwe ya favorî serkeftî bû jî maç 2 - 0 wenda kir.
Di 30 deqîqeyên ewil yên dewra yekem de AIK Solna serkeftî bû û golek jî kir.
Piştî golê û dewra duyem Dalkurd bi futbolek serkeftî kontrola leystikê girt destê xwe. Lê forvetên Dalkurdê di şûtên golan de nikaribûn encaman biguherin. AIK Solna gola xwe ya duyem di deqîqa 90+2 de avêt û maçê 2- 0 qezenc kir.

Her çiqas Dalkurdê maç wenda kir jî bi Futbola xwe ya xweşik hêvî da alîgirên xwe û bal kişand ku di lîga Super Allsvenska de her mayî ye.

SPOR Haberleri

Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê