Dalkurd dest bi sezona dîrokî kir

Dalkurd maça xwe ya ewil îro li deplasmanê bi tîma herî mezin ya Swêd û Îskandînavyayê bi Malmö re leyist

Dalkurd beriya ku Superlîga Swêd Allsvenska destpêbikê îro derket maça xwe ya ewil ya resmî.

Dalkurd di Grûba A ya Svenska Cupen de bi Malmö, Brommapojkar û Gefle re têdikoşe.

Dalkurd maça xwe ya ewil îro li deplasmanê bi tîma herî mezin ya Swêd û Îskandînavyayê bi Malmö re leyist. Her çiqas Dalkurd di maçê de serkeftî bû jî Malmö maçê 1-0 bi gola Penaltî a di deqîqa 84an qezenc kir.

 

Encama maça din ya grûbê Brommapojkar 2  Gefle 0

 

Fîkstura grûba A ya Svenska Cupen

25.02.2018 Gefle û Malmö

Brommapojkar û Dalkurd(Stockholm)

04.03.2018 Dalkurd Gefle

Malmö û Brommapojkar

Lîga Super ya Swêd Allsvenska jî ê di 1 Nîsanê de destpêbike û Dalkurd jî ê di 2yê nîsanê de di Arenaya netewî û herî mezin ya Swêdê li Friends Arenayê  derkeve hemberî  tîma herî mezin ya Stockholm AIK Solna.

SPOR Haberleri

Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê