DAIŞê nêzî Pirde êrîşî Pêşmerge kir

.

Li gor ragihandina Rûdawê; li nêzî navça Pirde ya bi ser Kerkûkê, IŞİD ê êrîşê Pêşmerge kiriye û di encamê de 2 Pêşmerge şehîd ketine. Ciyê êrîşê li navça Pirde li devera Zûrgezrawêye û êrîşê birine ser çeperên Pêşmerge. Erîş li dora 21.30 an de çêbûye. Rêxistina Têkoşîna li Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê bûyerê weha ragihandiye:

“Endamên IŞİD a terorîst, êrîş kirine ser tabûra 2 yem ya Pêşmerge ya bi ser 10 em Tûxayê ve û 2 Pêşmerge şehîd ketine.”

Hat ragihandin ku piştî wê êrîşê hêzeke teqwiye ya Pêşmerge bo deverê hatiye şandin û terorîstên DAIŞê piştî bersivdana hêzên Pêşmerge reviyane ku operasyona li ser terorîstan berdewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nava 2 hefteyên dawî de êrîşên DAIŞê zêde bûne û di wan êrîşan de herî kêm 20 kes ji hêzên Iraqê, milîsên Heşdî Şabî û xelkê sivîl hatine kuştin ku herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle