Dahata konsera Koma Hollywood Vampîresê dê ji bo mexdûrên erdhejê bê bexşandin

.

Koma Hollywood Vampîresê ya ku ji lîstikvanê Amerîkî Johnny Depp û hunermendên muzîka rockê Alice Cooper û Joe Perry pêk tê li Stenbolê konser da. Koma Hollywood Vampîresê  dê dahata konsera xwe ji bo mexdûrên erdhejê bibexşîne.

Komê di çarçoveya turneya dinyayê de li Life Pars Stenbolê konser da, berî konsera komê hunermendê muzîka rockê Ogun Şanlisoy derket ser dikê.

Hezkiriyên muzîka rockê eleqeyeke mezin nîşanî konserê dan û demên xweş derbas kirin.

Koma Hollywood Vampîresê  ji bo rûmeta stêrkên rockê yên di salên 1970yan de mirin ji aliyê Alice Cooper, Johnny Depp û Joe Perry ve hatiye avakirin.

Kom bi organîzasyona Neo Events û Stellarê çû Stenbolê û Johnny Depp di komê de hem stranan distrê, hem gîtara basê, hem rîtm û klavyeyê lê dixe.

Ligel albuma bi navê wan albumên komê yên bi navê "Rîse", "Candy From Strangers" û Live in Rio" hene.

Endamên komê eşkere kiribûn ku dê hemû dahata konserê ji bo mexdûrên erdhejê bibexşînin fona alîkariya erdhejê DECê (Disasters Emergency Committee).

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir