Dagirkeriya li Efrînê: Malên Kurdan ji xwe re difiroşin

.

 Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Erebekî hawirde mala Kurdekî ji xwe re firotiye.

Li Efrîna dagirkirî binkêparî û neheqiyên ku li Kurdan tên kirin xelas nabin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyêyê ragihand ku Erebekî hawirde mala welatiyê Kurd Mûsa Ebû Mûsa bi 1300 dolarî firotiye.

Rêxistina navborî da zanîn ku Erebê hawirde yê xelkê navçeya Qelemûnê mala welatiyê Kurd firotiye Erebekî hawirde yê bi navê Mihemed el-Îsa Ebû Zûbêr.

Li gorî heman çavkaniyê, mala welatiyê Kurd li Taxa Eşrefiyeyê li nêzîkî Xizanê avê ye.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle