Dadgehkirina sîxurê Tirk li Almanyayê destpê dike

.

 Rûniştina doza sîxurê Tirk ê gumanbar heftiya bê li Dadgeha Bilind a Herêmî ya Dusseldorfê dest pê dike. Dadgeha Alman tawanbariya Dozgerê Federal a li dijî sîxurê 41 salî pejirand û 21ê Hezîranê wekî destpêka dadgehê destnîşan kir û tê çaverêkirin dadgehkirin 8 roj berdewam bike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) Dozgerê Federal ê Alman sîxurê Tirk bi sîxurtiya dijî aligirên PKKê û Tevgera Gulen tawanbar dike. Berdevkeke dadgehê ragihand ku dadgehkirina sîxurê Tirk dê di 21ê Hezîrana 2022an de destpê bike û 8 roj berdewam bike.

Sîxurê Tirk ê 41 salî di nîvê meha Îlona 2021an de li otêleke bajarê Dusseldorfê ya Almanyayê piştî ku karmandekî çek li ser wî dît hatibû girtin. Piştî demeke kin, Dozgeriya Federal li dijî sîxurê Tirk ê di girtîgehê de ye lêpirsîn da destpêkirin. Piştre derket ew çeka li ser sixur derketibû çeka şokê ye.

Mufetîşên Alman sîxûrê Tirk bi wê yekê tawanbar dikin ku di derbarê sê hemwelatiyên Alman de agahî ji servîsên veşartî yên Tirkiyê re şandiye û di derbarê sê kesên din de jî agahiyan berhev kiriye.

Ji bilî vê li gorî mufetîşên Alman tê gotin ku sîxurê Tirk bi xwe jî hewl daye ku sîxuran kom bike.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN