Dadgehê derbarê Semra Guzel de biryara girtinê da

.

Ji ber ku bersiva daxwaza îfadedayînê nedaye û li navnîşana xwe nehatiye dîtin.

 Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel de ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiyê wê hatibû rakirin, biryara girtînê da.

Li gor agahiyan Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê parlamentera HDPê Semra Guzel de ku bersiva daxwaza îfadedayînê nedaye û li navnîşana xwe nehatiye dîtin ji Dadgeha Ceza û Sulhê xwest ku biryara girtinê bide.

Serdozgeriyê bi tometa “endamtiya rêxistina çekdarî ” bo Semra Guzel daxwaza biryara girtinê kir û Dadgehê jî ev biryar di cih de dît biryar da ku Semra Guzel bê girtin.

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Diyarbekirê hatibû hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle