Dadgeha Swêdê radestkirina du kesan bo Tirkiyê paş dixe

.

Dadgeha Bilind a Swêdê radestkirina du kesan bo Tirkiyê paş xist, ku daxwaza radestkirina wan bi piştevanîkirina endambûna Swêdê ya NATOyê ve girêdayî bû.

Dadgeha Bilind a Swêdê radestkirina du kesan bo Tirkiyê paş xist, ku daxwaza radestkirina wan bi piştevanîkirina endambûna Swêdê ya NATOyê ve girêdayî bû.

Îro Pêncşemê 13ê Tîrmeha 2023an, Dadgeha Bilind a Swêdê radestkirina du welatiyan bo Tirkiyê paş xist, ku daxwaza radestkirina wan bi piştevanîkirina endambûna Swêdê ya Hevpeymaniya NATOyê ve girêdayî bû.

Tirkiye bi hinceta "aplîkasyona bylock daxistiye telefona xwe û bi kar aniye", daxwaz dike ku ew her du kes bo Tirkiyê werin radestkirin. Dadgeha Bilind a Swêdê ragihandiye ku daxistina wê aplîkasyonê bi tenê nikare bibe nîşane ku pêwendiya wan bi Tevgera Gulen heye.

Dadgeha Bilind a Swêdê diyar kiriye ku di egera radestkirina wan bo Tirkiyê de, ew du kes dê rûbirûyî çewisandin û êşkenceyê bibin. Biryara hikûmeta Swêdê ya ji bo radestkirinê jî, bi biryara dadgehê ve girêdayî ye.

Biryara Dadgeha Bilind a Swêdê tenê sê roj piştî wê yekê tê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan razî bû ku dosyeya endambûna Swêdê di NATOyê de bişîne parlamentoya welatê xwe, da ku deng li ser wê biryarê were dayîn.

Kurdistan Haberleri

Ferhad Xorto: Nêzîkî 70 hezar kesî vegeriyane Efrînê
Rûfatên 22 Êzidiyên Şingalê radestî malbatan hatin kirin
CPT: Piştî îmhakirina çekan Tirkiyê 18 caran êrîşî pêgehên PKKê kir
Îran: Wê Korîdora Zengezorê bibe goristana leşkerên Trump
Joe Wilson bang li rêveberiya Trump kir: Piştevaniya darayî ya Iraqê rawestînin