Dadgeha Pîranşarê ceza da 7 xwepêşanderan

.

7 welatiyên ji Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê ku bi tawana beşdariya xwepêşandanên sala borî hatibûn desteserkirin, bi cezayê girtîgehê, pere û lêdana qamçiyan hatin cezakirin.

Li gor zanyariyan, Dadgeha Tawanan a Pîranşarê cezaya 15 sal girtîgehê, 160 qamçiyan û cezayê pereyan li wan 7 welatiyan birî.

7 welatî bi tohmeta “têkdana ewlehiya giştî, çûnûhatina neyasayî di sînoran re, çêkirina molotof kokteylan, çêkirina çek û cebilxane” hatin girtin.

Taha Resûliyan, Sîna Deşmîr, Ehmed Ebdullapûr, Mohsîn Qadirî, Çiya Şehîdeqdam, Ebdullah Qenberîwend û Mehmûd Qenberîwend di du mehên destpêkê yên zivistana par de hatibûn desteserkirin û piştre bi pereyan hatibûn berdan.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Ebdullah Qenberiwend û Mehmûd Qenberiwend xwedan pêdivî taybet in û Taha Resûliyan jî çalakvanê sivîl û hunermend e.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’