Dadgeha Kerkûkê navên kesên ku beşdarî referandûmê bûne xwest

.

 Dadgeha Kerkûkê bi beyannameyekê navên endamên meclîsa bajêr yên ku beşdarî referadûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bûne xwest.

Di nûsxeyeke 14ê Adara 2022an de ku gihîştiye destê Rûdawê jî Dadgeha Kerkûkê bi biryarekê lîsteya navên endamên berê yên ku beşdarî referandûma serxwebûnê bûne xwestiye û daxwaza wê yekê kiriye ku Meclîsa Bajêr endamekî bişîne ji bo ku bizanibin ka dikarin dozê li wan vekin yan na!

Serokê Lîsteya Biratiyê ya Meclîsa Bajêr Mihemed Kemal diyar kir ku ev beyanname li ser giliya endamên Ereb û Tirkmen hatiye şandin.

Mihemed Kemal ji Rûdawê re ragihand ku dadgerê berê ji ber ku mijar siyasî ye nexwestiye dest bi lêkolînê bike lê dadgerê nû ji bo ku meseleyê gur bike ketiye nav tevgereke bi vî rengî.

Mihemed Kemal got, “gelek hemwelatiyên Kerkûkî û gelek kesên ku niha di parlamentoya Iraqê de ne jî beşdarî referandûmê bûn lê hin alîgirên Ereb û Turkmen dixwazin mijarê germ bikin û bi vê rêyê barê meclîsê giran bikin. Bi vî şiklî wê rê li ber teqawîdbûna wan kesên jî bigirin.“

Li Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de referandûma serxwebûna hate kirin. Ji sedî 93yên ku beşdarî referandûmê bûne gotin `belê` ji bo serxwebûnê.

Berî referandûmê di hilbijartina ku di Encûmena Bajêr a Kerkûke de hat, kirin ji 26 endaman 24an deng ji bo beşdariya referandûmê dabûn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin