Dadgeha Îraqê li ser Parlamentoya Kurdistanê biryareke krîtîk da!

.

Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Îraqê biryar da ku 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyan bên veqetandin.

Biryar ji aliyê Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ve hat wergirtin.

Li gorî vê biryarê dê li Silêmaniyê 2 kursî, li Hewlêrê 2 kursî û li Dihokê jî kursiyek ji bo pêkhateyan bin.

Li gorî agahiyên ku Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay dane Rûdawê, dê dabeşkirina kursiyên pêkhateyan wiha be:

Silêmanî: Kursiyek ji bo Tirkmenan, kursiyek ji bo Mesîhiyan

Hewlêr: Kursiyek ji bo Tirkmenan, kursiyek ji bo Mesîhiyan

Dihok: Kursiyek ji bo Ermanan

Berê Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk dihat û 5 kursî ji bo Tirkmenan, 5 kursî ji bo Mesîhiyan û kursiyek jî bo Ermanan bû.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 22yê Sibatê 11 kursiyên kota yên pêkhateyan betal kiribûn û hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê daxistibû 100î.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle