Dadgeha Îranê cezayê îdama 4 Kurdên siyasî tesdîq kir

.

Cezayê 4 girtiyên Kurdên siyasî ji terefê dadgeha 9em de ku dadgeha herî bilinde hat tesdîqkirin. 4 girtiyên Kurd yên bi navên Muhsîn Mazlûm (27) xelkê Mahabadê ye, Muhammed (Hicir) Faramarzi (28) xelkê Dehgolanliyê ye, Wefa Azarbar (26) ji xelkê Bûkanê ye û Pejman Fatehi (28) Kamîrayaniye.

Ewilî cezayê wan ji aliyê dadger Îman Afsharî de hat dayîn ku cezayê îdamê da her çar xortan. Cezayê îdamê ji terefê serokê dadgeha 9em ya Tehranê dadger Qasim Mazinani de hat tesdîq kirin.

Li gor ragihandina malbatên wan, heya niha malbat nizanin zarokên wan li ku derê ne û parêzerên wan ti pêwendî bi wan re nedanîne.

Hengaw radigihîne ku her 4 xort her wext bi îdamê re rû bi rû ne. Di dezgeyên ewlehiyê de tên girtin û her cûre îşkence bi wan têkirin.

Medya dewletê ya Îranê di Tebaxa 2022an de di derbarê van 4 xortan de xeberekî belav kiriye û gotiye ku her 4 xort endamên Komela Kurdistana Îranê ne û dema xwestine di sanayiya bajarê Îsfahanê de teqînê bikin bi çekên xwe ve hatine girtin.

Paşî li ser gotinên medya Îranê, Komele daxwuyaniyekî daye ku Komara Îslamî rast nabêje û gotinên wan tenê ji bo hinek din mirovên çalakvan tepeser bikin van gotinan dibêje.

Kurdistan Haberleri

SOHR: HSDê 40 endamên DAIŞê radestî Iraqê kirin
Ji bo derbaskirina krîza Kurdistanê, pêwîst e hilbijartin bên lidarxistin - Arif Qurbanî*
Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê re: Erkên xwe bicih bînin
ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze
Sûriye | Ebû Şeqra yê di lîsteya terorê de bû fermandarê Herêma Cizîrê