Dadgeha Îranê 62 meh cezaya girtîgehê li nivîskareke Kurd birî

.

Nivîskar û çalakvana ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi 62 meh cezaya girtîgehê hat cezakirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Dadgeha Şoreşê ya Sarî ya parêzgeha Mazenderan a bakurê Îranê, nivîskar û çalakvana çandî ya Kurd Mujgan Kawûsî bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê, bêrêziya li rêberê Komara Îslamî ya Îranê û handana xelkê bo kuştinê” roja Pêcnşemê bi 62 meh mayîna di girtîgehê de ceza kir û biryara dadgehê ji parêzerên wê re hat gotin.

Di cezaya dadgehê de amaje bi wê yekê hate kirin Mujgan Kawûsî divê herî kêm 39 mehan di girtîgehê de bimîne.

Mujgan Kawûsî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi “belavkirina nepakiyê li cîhanê” jî hat tohmetbarkirin. Parêzerê Mujgan Kawûsî, Mazyar Tatayî bi tweetekê ragihand ku Mujgan Kawûsî ji wê tohmetê beraat kiriye.

Mujgan Kawûsî piştî destpêkirina xwepêşandanên 22ê Îlona 2022an hate girtin û niha li girtîgeha jinan a Qayimşehrê ya parêzgeha Mazenderanê girtî ye.

Mujgan Kawûsî ji Kelardeşt a parêzgeha Mazenderanê ye. Ew lêkolîner, nivîskar, mamosteya zimanê Kurdî û çalakvana Kurd a navdar e li bakurê Îranê. Ew çalakvana Kurd di xwepêşandanên sala 2019an de jî hatibû girtin û 76 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û destpêka sala 2022an de hatibû berdan.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye