Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara li ser encamên hilbijartinan bi paş dixe

.

 Hat ragihandin ku Dadgeha Federalî ya Iraqê ku çar li rê bû, biryara xwe ya ji bo serlêdana betalkirina encamên hilbijartinan a aliyên şîe eşkere bike, wê biryara xwe ji bo çend rojan bipaş dixe.

Pisporê yasa û qanûnên Iraqê Tariq Herb ji rojnameya fermî ya Iraqê re daye xuyakirin, dadgeha federalî ya Iraqê dê sibê li ser gilî û nerazîbûnên aliyên şîe li ser hilbijartinên Iraqê bicive.

Tariq Herb gotiye, biryar bû di civîna sibê de biryara dawî li ser daxwaza wan aliyên nerazî ji bo betalkirina hilbijartinan were dayîn lê wisa xuya dike dê biryardan çend rojan were paşxistin.

Tariq Herb diyar kiriye, dadgehê ji ber rewşa siyasî ya Iraqê ew biryar daye.

Hêjayî gotinê ye, Hevpeymana Fetih ya Iraqê, ku nûnertiya Heşda Şeibî dike, ji encamên hilbijartinên îsal yên Iraqê nerazî ye û ji ber wê jî bi daxwaza betalkirina hilbijartinan serî li dadgeha federalî ya Iraqê daye.

Hevpeymaniya Fetih ku beriya niha 48 kursîyên wê di parlamentoyê de bûn, di hilbijartinên 9ê Cotmeha 2021ê de tenê 17 kursî bi dest xistibûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin