Dadgeha Federal dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê rawestand

.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser giliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara bicihkirina xala dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî demkî rawestand.

Di biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya îro 7ê Gulanê ku bersiva giliya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daye de, biryara ku piştî hilweşandina 11 kursiyên kotaya pêkhateyan li ser dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê dabû rawestandin.

Li gorî biryara nû wê hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 100î pêk bê û ji bilî hebûna 11 kursiyên pêkhateyan wek berê Parêzgeha Hewlêrê 34, Silêmaniyê 38 kursî, Duhok 25 kursî û Helebce 3 kursî be. 

Hêjayî gotinê ye, ev biryar di berjewendiya daxwaza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye dayîn û Dadgeha Federalî gotiye, heta dema ku gilî yekalî dibe, bicihkirina xala duyem berdewam dibe.

Polîtburoya PDKê 18ê Adarê li ser biryara Dadgeha Federal ragihandibû ku ew ji bo berjewendiya gel û niştîmanê xwe naçin bin barê pejirandina biryareke nedestûrî û sîstemeke sepandî ji derveyî îradeya gelê Herêma Kurdistanê û û tevlî hilbijartina ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî li jêr sîbera sîstemeke sepandî be nabin.

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin