Dadgeha Federal a Iraqê: Şandina 1 trîlyon dînar bo Herêma Kurdistanê nedestûrî bûye

.

 Dadgeha Bilind Federal a Iraqê biryarên Encûmena Wezîrên Iraqê ya şandina 1.3 trîlyon dînar bo Herêma Kurdistanê nedestûrî da zanîn.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro Çarşemê 25ê Çileya 2023an li ser giliya parlamenterê serbixwe û endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mistefa Senad û Parêzgarê Wasitê Mihemed Meyahî ya derbarê şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê civiya.

Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, 6 biryarên Encûmena Wezîran a Iraqê ya şandina pereyan ji bo Herêma Kurdistanê “nedestûrî” ne.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, piştî çend caran paşxistin, îro metna biryara xwe eşkere kir.

Li gorî Dadgeha Bilind a Federalî, biryarên Encûmena Wezîrên Iraqê berovajî yasaya bûdceya sala 2021 û yasaya rêveberiya darayî ya sala 2019ê bûn ku şandina pereyan ji bo Herêma Kurdistanê pêwîstî bi paqijkirina darayî ya girêdayî dahatên neftê û neneftê Herêma Kurdistanê heye. Encûmena Wezîran nabe biryarekê bide ku giraniya wê ya aborî li ser xezîneya dewletê be berovajî yasaya budce û yasaya rêveberiya darayî.

Dadgehê 6 biryarên Encumena Wezîran bi “nedestûrî” ragihand, 5 ji wan li ser şandina 200 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê ango trîlyonek dînar û yek jî şandina 3 milyar dînar bo qerebûkirina welatiyên ku ji ber lehiyê zirar dîtine.

Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê; şeş biryarên ku wek nedestûrî hatine ragihandin ev in: Biryara jimare 194 ya 15ê Hezîrana 2021ê, biryara hejmara 26ê ya 6ê Tîrmeha 2021ê, biryara hejmara 257ê ya 3ê Tebaxa 2021ê, biryara jimare 335 a sala 2021an ku di 22ê Îlona 2021an derketiye, biryara hejmar 401 2ê Cotmeha 2021an û biryara 8 a 11ê Çileya 2022an.

Ev biryar ji aliyê her 9 endamên Dadgeha Bilind a Iraqê ve hatiye îmzekirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin