Dadgeha Federal a Iraqê hilweşandina Parlamentoya Iraqê red kir

.

Dadgeha Federal a Iraqê giliya hilweşandina Parlamentoya Iraqê red kir û ragihand ku divê li gorî destûrê bê hilweşandin.

Dadgeha Federal a Iraqê amaje bi wê yekê kir ku desthilatên Dadgeha Bilind a Federalî li gorî maddeya 93 ya destûrê û madeya 4 a yasaya Dadgeha Federalî sînordar in û hilweşandina parlamentoyê tê de nîne.

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 10ê Cotmeha 2021an de hatin kirin lê ji ber nakokiyên di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Tevgera Sedr de hikûmeta nû nehat avakirin.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr di 10ê Tebaxa 2022an de bang li Encûmena Bilind a Dadweriyê kir ku parlamentoyê betal bike û ji parlamenter û alîgirên xwe daxwaz kir ku ji bo betalkirina parlamentoyê giliyê li Dadgeha Bilind a Federal bikin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin