Dadgeha Bilind ya Frankfurtê li DAIŞiyekê 4 sal ceza birî

.

Rûpela Nû / Li Almanyayê dozên li himberî DAIŞiyan dom dikin. Piştî Dadgeha BIlind ya  Dusseldorf û ya Munîhê li du jinên beşdarî DAIŞê bibû ceza birîn, niha jî Dadgeha Bilind ya Frankfurtê li jineke bi navê Kim Teresa A.(32) çar sal ceza birî.

Li gor agahiyên dadgehê û lixwemikurhatinên Kim Teresayê, ew di sala 2009an de bûye misliman û di 2014an de ji bo beşdarî  DAIŞê bibe, çûye Sûriyeyê û tevî hevjînê xwe ketiye nav DAIŞê. Ji çalakiyên wê di  yên Medyaya Civakî de hatiye tesbîtkiirin ku wê li ser internetê şervan ji DAIŞê re peyda kiriye û bo hatina wan ya Sûriyeyê rê bi ber wan xistiye.

Herwisa li gor agahyiyên di dest dadgehê de, Kim Teresa li Sûriyeyê beşdarî perwerdeya leşkerî jî bûye û hînî bikaranîna çekan bûye. Dadgehê xwebixwe devjêberdana Kim Teresayê ya ji DAIŞê û belevkirina veqetandina xwe di Medyaya Civakî de weke sedemeke sivikkirina cezayê wê dîtiye û lewma jî çar sal ceza lê biriye.

Balkêşiyeke vê dozê ev bû ku serokê berê yê Partiya Çep Gregor Gysi parêzerê vê jina DAIŞî bû. Nayê zanîn bê Gysi çewa û ji çi sedemê bûye parêzera DAIŞiyekê, lê tê zanîn ku G.Gysi di dema destpêka şerê limberî DAIŞê ku wê demê serokê Partiya Çep bû,j i bo dewleta Almanyayê alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê neke, çi destê wî hat texsîr nekir.

Hejayî gotinê ku hîn çend dozên dinê jî li himberî DAIŞiyên ku vegeriyane, dom dikin.

RN/Almanya

31.10.2021

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin