Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê cih neda 4 partiyên Kurdî

.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên Kurdî yên ku navê Kurdistanê tê de cih digrin sansûr kirin.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê hejmara partiyên siyasî û endamên wan bi lîsteyek aşkera kir. Lê di lîsteyê de cih neda 4 partiyên kurdî yên ku navê Kurdistanê tê de cih digrin.

Partiyên ku peyva Kurdistanê di navê wan de cih digrin ev in:

  • Partiya Demokrat a Kurdistan - Tirkiye (PDK-T)
  • Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
  • Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
  • Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

Di lîsteyê de 121 partî hene. Rêza 63 û 64an vala hatiye hiştin, ku divayabû di rêza 63yemîn de Partiya Azadiya Kurdistanê û di rêza 64emîn de jî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) hebû.

Doza girtina partiyên Kurdî

Ji ber bêjeya Kurdistanê ya di navê van partiyan de, li Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê doza girtina van partiyan berdewam dike.

Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê dibêje eger ev partî bêjeya Kurdistanê ji navê partiya xwe dernexin dê bêne girtin. Lê partiyên ku bi girtinê re rû bi rû mane, dibêjin ew tu caran navê Kurdistanê ji nava partiya xwe dernaxin û ew ê hewl bidin ku navê Kurdistanê û nirxên wê bi awayeke yasayî mîsoger bikin.

Ji sala 1963an heta niha li Tirkiyeyê 28 partiyên siyasî yan bi hincetên oldariyê û yan jî  bi hincetên cudaxwazî û perçekirina Tirkiyeyê ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve hatine girtin. Ji van 7 partiyên siyasî yên kurdan bûn.

Lîsteya partiyên siyasî li Tirkiyê

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle