Dadgeh îro derbarê Doza Pirsûsê de biryarê dide

.

 Îro tê çaverêkirin ku dadgeha Rihayê derbarê Doza Pirsûsê de, biryara xwe aşkere bike. Doza Pirsûsê, doza teqîna xwekujî ya sala 2015an li navçeya Pirsûs a Rihayê ye ku di bûyerê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Roja 20ê Tîrmeha 2015ê ciwanên ser bi partiyên çepgir ên Tirkiyê û herwiha HDPê xwestibûn li Navenda Çandê ya Amarayê li navçeya Pirsûs a Rihayê, derbarê rewşa Kobanî de civîneke çapemeniyê saz bikin, lê di dema civînê de êrîşeke xwekujî çêbûbû.

Di encama teqîna xwekujî de, 33 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdeyî 100 kesan jî birîndar bûbûn.

Îro biryar e 21mîn civîna dadgehê ya derbarê Doza Pirsûdê de li 5mîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê lidarxistin.

Tê çaverêkirin, di civîna dadgehê de ji bilî malbat û xizm û kesên qurbaniyan, hejmarek parlamenterên HDP û CHPê jî amade bibin.

Di wê dozê tenê bergumanek heye ku ew jî Yakup Şahin e. Di rûniştinên dadgehê de bergumanê dosyeyê Yakub Şahîn qet li dadgehê amade nebû û tenê bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştinan bû.

Di 19emîn civîna dadgehê de ku 27ê Gulana 2021an hatibû lidarxistin, dozger ji bo berguman Yakup Şahin 34 caran cezayên girankirî yên heta hetayê xwest.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Rihayê jî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Twîtterê banga tevlêbûna dozê kir û got, "Em bang li hemû endam û hevalên xwe dikin ku beşdarî rûniştina biryarê ya doza qetlîamê bibin. Malbat û ji bo xewnên 33 rêwiyên xeyalan têbikoşin."

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin