CPT: Tirkiyeyê îsal 404 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye

.

Li gorî amarên Rêxistina CPTyê ya Amerîkayê, ji destpêka salê heta dawiya meha borî, artêşa Tirkiyeyê 404 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

Piraniya wan li sînorê parêzgeha Hewlêrê, piştre li Dihok û Silêmaniyê bûne.

Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ya Amerîkayê amarên êriş û bombebaranên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê belav kirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT), “artêşa Tirkiyeyê meha Adarê 118 êriş û bombebaran li ser Herêma Kurdistanê kirine.”

Endamê Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Êrişên artêşa Tirkiyeyê meha Adarê, li gorî meha Kanûna Paşîn ji sedî 12 û li gorî meha Sibatê ji sedî 21 kêm bûne.”

CPTyê di daxuyaniyê de ragihand:

“Di hefteya ewil a piştî ragihandina bangewaziya Abdullah Ocalan, rêjeya bombebaranan li gorî hefteya dawî ya berî bangewaziyê ji sedî 145 zêde bûye.”

Li gorî amarên rêxistinê, meha Adarê artêşa Tirkiyeyê 55 êriş li parêzgeha Hewlêrê û 51 êriş li parêzgeha Dihokê û 12 êriş jî li parêzgeha Silêmaniyê kiriye.

Kameran Osman da zanîn, meha Adarê artêşa Tirkiyeyê ti êriş û bombebaran li Mexmûr û Şingalê nekirine.

CPTyê di rapora xwe de amaje pê kir ku di 3 mehên îsal de Tirkiyeyê 404 êriş û bombebaran li Herêma Kurdistanê kirine û ji ber wan 2 welatiyên sivîl şehîd bûne û 4 kes jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc
Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê