CPT: Ji ber şerê PKK û Tirkiyê li nav sînorên Duhok û Hewlêrê 600 gund vala bûne

.

Li gorî rapora Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) di şerê artêşa Tirkiye û PKKê yê nav axa Herêma Kurdistanê de, ji xeynî mirina bi sedan kesan 600 gund vala bûne ku li nav sînorên parêzgeha Duhokê û Hewlêrê ne.

Biryarderê Komîteya Navxwe, Ewlehî û Encûmena Xwecihî ya Parlamentoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed ragihandiye, "Ji ber vî şerî bi sedan gund li parêzgehên Duhok û Hewlêrê vala bûne û ziyaneke mezin a darayî û canî gihîştiye xelkê Herêma Kurdistanê. Herwiha çend gundên Xirîstiyanan jî vala bûne.”

Li gorî amaran; li parêzgeha Duhokê 380 gund vala bûne ku ji wan 250 gund li navçeya Amêdiyê, 47 gund li Zaxoyê, 24 gund li Akrê ne. Dîsa di navbera salên 2018-2022an de jî 30 gund vala bûne û 8 gund jî di navbera salên 2021-2022an de ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûne.

Li parêzgeha Hewlêrê jî di nav 30 salên borî de 212 gund ji ber şerê Tirkiyê û PKKê vala bûne ku 118 gund li Biradost, 65 gund li Barzan, 24 gund li devera Balekayetî û 5 gund jî li Rewandizê ne.

Beriya niha Komîteya Lêkolînê ya Parlamentoya Kurdistanê jî ragihandibû ku Tirkiye 15 kîlometreyan hatiye nav axa Herêma Kurdistanê û zêdetirî 500 gund jî vala bûne.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin