Cotkarên Kurd û Tirkmen li Kerkûkê li dijî dagirkirina zeviyan xwepêşandanê dikin

.

Li Kerkûkê cotkarên Kurd û Tirkmen, li dijî erebkirin, dagirkirin û guhertina demografiya bajêr, xwepêşandanê dikin.

Li Kerkûkê cotkarên Kurd û Tirkmen, li dijî erebkirin, dagirkirin û guhertina demografiya bajêr, xwepêşandanê dikin.

Li gor zanyariyçn Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê, îro Înê 24ê Adara 2023an, cotkarên Kurd û Tirkmen li dijî dagirkirina zeviyên xwe, kom bûn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere kir, piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve, ev cara yekem e ku Kurd û Tirkmen li dijî erebkirin, dagirkirin û guhertina demografiya bajarê Kerkûkê helwesta xwe nîşan didin.

Herwiha destnîşan kir ku îdareya parêzgeha Kerkûkê biryar daye ku nêzîkî 12 hezar donim zevî ji zeviyên Kurd û Tirkmenan bike cihên niştecîbûnê û dabeş bike, loma Kurd û Tirkmenan cadeya sereke ya balafirgehê girtine û daxwaz dikin ku ev biryar were betalkirin.

Cotkarekî Kurd ji Kurdistan24ê re diyar kir, îdareya parêzgeha Kerkûkê biryar daye ku zeviyên Kurdan dagir bikin û ew daxwaz dikin ku ev biryar were betalkirin.

Herwih diyar kir: “Eger Cenabê Serok Barzanî neyê ser xet û vê kêşeyê çareser neke û neyê hawara me, halê Kurdan li Kerkûkê perîşan e.”

K24

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye