“Corcîna Mêlonî”: “Em nikarin serkutkirina xwenîşandanan ji aliyê Komara îslamî ve qebûl bikin

.

Serokwezîra Îtaliyayê “Corcîna Mêlonî” (Georgia Meloney) gotiye: Eger rejîma Komara Îslamî helwesta xwe neguhere, Îtaliya dê bi hevpeymanên xwe re bişêwire ku tedbîrên bi bandortir li dijî rejîma Îranê bigire.

Navbirî di civîna rojnamevaniyê ya dawiya salê de gotiye: Tişta ku îro li Îranê diqewime ji bo me nayê qebûlkirin, Îtaliya êdî nikare vê yekê tehemûl bike.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Çarşemî 7`ê Befranbarê, “Entoniyo Tayanî” Wezîrê Derve yê Îtaliyayê bi gazîkirina balyozê nû yê rejîma Îranê yê li Romayê, ji rejîma Îranê xwest ku dest ji tepeserkirina xwenîşanderan û bidarvekirina wan berde û bi xwenîşanderan re bikevine nav diyalogê.

Berê jî Wezîrê Derve yê Îtalyayê ragihandibû ku, daxwaza vî welatî ew e ku rejîma Komara Îslamî "kuştina jinan" û îdamkirina "jinên ciwan" û "kuştina zarokan li kolanan" bi hinceta beşdarîkirin di xwenîşandanan de rawestîne.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye