COLEMÊRG – Pênc erdhej di şevekê de

.

Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê di şevekê de 5 erdhej çêbûn.

Li navçeya Geverê ya Colemergê şeva borî du erdhejên din çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku saet 01:28an erdhejeke bi hêza 3,8 pileyan rû da.

Piştî vê bi kêliyekê, demjimêr 01:45an erdhejeke din a bi hêza 2,1ê jî çêbû.

Pisporên erdhejê amaje pê dikin, dibe ku ev erdhej xeberdarê erdhejeke mezin bin.

Şeva borî 3 erdhej

Şevê din cara ewil demjimêr 19:37an li Geverê erdhejeke bi hêza 4,4an rû da.

 AFADê da zanîn ku kûrahiya vê erdhejê 7 kîlometre bûye.

AFADê diyar kir ku piştî vê dîsa li Geverê du erdhejên bi mezihaniya 3,5 û 4,5an çêbûn.

Erdheja duyem demjimêr 19:52an a sêyem jî demjimêr 20:06an rû dabû.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe