Colemêrg- Hemû çalakî û xwepêşandan bo 15 rojan hatin qedexekirin

.

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji bilî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî guncaw bibînin, di nav sînorên Colemêrgê de ji 15ê Mijdarê demjimêr 00:01 heta 29ê Mijdarê demjimêr 23:59 xulekan, ji bo 15 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê jî bi îdiaya "ji bo rêlibergirtina bûyerên provakatîf ên ku gefê li aramiya civakî dixwin" hemû çalakî û xwepêşandan, heta 19ê Mijdarê demjimêr 23:59 xulekan, dê bi destûra parêzgariyê werin kirin.

Kurdistan Haberleri

Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat