Colanî cara ewil derbarê PKK û Kurdan axivî

.

 Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şeriyê wekî Ebû Mihemed El Colanî tê naskirin got, “Di navbera civaka Kurdan û PKKyê de cudahî heye.”

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şerî ji televiziyona Erebiyê re axivî û derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Ehmed Şerî diyar kir ku ew bi xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê nabe namzed û niha hebûna wî li Şamê bes e.

“Hilbijartin dê bên kirin”

Şerî eşkere kir ku dê li Sûriyeyê hilbijartin bên kirin û wezareta parastinê dê hemû komên çekdar hilweşîne û çek dê li derveyî desthilata dewletê nemînin.

Derbarê destûra bingehîn jî Ehmed Şerî got:

“Ji bo xwendina destûra Sûriyeyê, komîte û meclisên taybet dê bên pêkanîn û şêwazê desthilatê dê ji biryara kesên şareza, yasana û gelê Sûriyeyê re bimîne.”

“Di navbera civaka Kurdan û PKKyê de cudahî hene”

Şerî cara ewil derbarê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Kurdan axivî û got:

"Di navbera civaka Kurdan û PKKyê de cudahî hene. Divê hemû komên çekdar ên nav axa Sûriyeyê bên hilweşandin û çek tenê di destê dewleta Sûriyeyê de be."

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê