“Çiyayê Cûdiyê ji bo rantê têye şewitandin”

.

Sê roj in agir bi daristanên Çiyayê Cûdiyê yên li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ketiye. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz got, “Herçend bêjin ji ber ewlekariyê ye jî lê ji ber rantê ye.”

Leşkerên artêşa Tirkiyeyê yên li wê herêmê vîdeoyeke şewatê li ser tora civakî belav kirine û ji ber agirê li daristanê kêfxweşiya xwe tînin ziman.

Leşkerekî Artêşa Tirkiyê anî ziman, “Terorîstno! Ez ji we re dibêjim, binêrin weke hûn dibînin li vî alî jî agir heye.”

Li Çiyayê Cûdî di navbera gundên Sorbitmê û Gera Mihetê yên nêzîkî qereqoleke artêşa Tirkiyê roja Çarşema 26ê Tîrmehê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê agir dest pê kir.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz dibêje, du sê sal in li ser hev bi hincetên ewlehiyê darên li herêmê tên birîn û şewitandin û got:

“Em serî li dezgehên fermî didin lê dibêjin ti desthilata me nîne, ji ber ewlekariyê em vî tiştî dikin. Herçend bêjin ji ber ewlekariyê ye jî lê ji ber rantê ye. Dê wir bêdar û daristan bihêlin û ji bo kompanyayên xwe bikine cihê rantê.”

Ji bo vemirandina agir tiştek nayê kirin. Hêzên ewlehiyê jî rê nadin ku xelk biçe herêmê û agir vemirîne.

Parlamentera YSPê Nevroz Uysal Aslan jî got, “Ji ber ku agir li herêma leşkerî ya qedexekirî ye, xelk xemgîn e û nikare destwerdanê bike.”

Ji ber bayê gur agir zêdetir belav dibe û li rûberekî fireh ê herêmê belav bûye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da