Çiyager vê carê jî hilkişiyan ser Çiyayê Reş: ‘Xwezayê biparêzin!’

.

Endamên Komeleya Werzişê ya Vadî Dogayê ne li Çiyayê Reş ê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.

Çiyager û werzişvanan vê hefteyê dîsa berê xwe da rêyeke dijwar û zehmet.

Berf, serma û bagerê rê li ber çalakiyên wan negirtiye.

Serokê Komeleya Werzişê ya Vadî Dogayê ya Wanê Omer Demez got:

“Em di geşta xwe ya çiyageriyê ya îro de, diçin Sûlava Cemedê (Sûlava Çirê).

Li Çiyayê Wanê, Çiyayê Reş û tîma me ya çiyageriyê ev kes in.”

Serokê koma çiyageran ku dîmenên geşta xwe ji Rûdawê re şandine, banga parastina jîngehê dike.

“Xwezayê biparêzin”

Serokê Komeleya Werzişê ya Vadî Dogayê ya Wanê Omer Demez da zanîn:

“Silav û rêz, ez Omer Demez, ji Werzişa Vadî Dogayê li bajarê Wanê li ser Çiyayê Reş im.

Em îro 14 kes derketin Sûlava Cemedê. Zor û zehmet bû lê bi rastî gelekî xweş bû.

Serkeftin ji bo her kesî, xwezayê biparêzin û li gel me bimînin.”

14 çiyager û werzişvan piştî rêwitiyeke 3 demjimêran gihiştin Sûlava Cemedê ku wekî Sûlava Çirê jî tê zanîn.

Sûlava Cemedê li Çiyayê Reş e ku bilindahiya wê 3 hezar û 204 metre ye.

“Me rojeke xweş derbas kir”

Çiyager Latîfe Bugrulê anî ziman:

“Em îro li Sûlava Cemedê ne. Ezmûneke xweş bû, cara yekem min Sûlava Cemedê dît.

Ez spasiya Vadî Dogayê dikim. Me rojeke xweş derbas kir.”

Komeleya Klupa Werzişê ya Vadî Dogayê ku sala 2012an hat avakirin û her hefte li herêmên geştyarî û xwezayî yên Bakurê Kurdistanê geştan dike û herêmê dide nasîn.

Ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çiyager, werzişvan û jîngeparêz beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.

Kurdistan Haberleri

Peyama Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê jibo serdana heyeta PWK
Dizên zeytûnan bûne belaya serê Çiyayê Kurmênc
Gefa li ser Dêrsimê: ‘Dewlet bila mayînan paqij bike’
Hêlîn Umît: Plan derbasî qonaxekê nû dibe, teslîmbûn nayê qebûlkirin
Rejîma Îranê li Kirmaşanê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin