Ciwanên xwebexş Çemê Dîcleyê paqij dikin

.

Bi dehan xwebexş li perava Çemê Dîcleyê kombûne û kampanyayek bo paqijkirina çem dane destpêkirin.

Bo wan qeraxên Çemê Dîcleyê take cih e ku bo çend demjimêran jî be, xwe ji qelebalixiya nav bajar dûr bikin û demekê xweş biborînin.

Xwebexş Xedîr Elî dibêje "Em ligel grûbeke keçan haton daku alîkariya paqijkirina qeraxên Çemê Dîcleyê bikin. Ev jî beşeke ji kampanyaya paqijkirinê. Armanca vê yekê jî hebûna jîngehekî baştir e."

Ji demjimêr 10ê sibehê, heta demjimer 2ê pîştî nîvro qeraxên robar paqij dikin.

Xwebexş Teqdîs Esed got "Em ji hemû deverên Iraqê kombûne daku Çemê Dîcleyê paqij bikin. Em hemû dizanin Çemê Dîcleyê çiqas ciwan e, lê niha tije zibil bûye. Êdî xelk nikarin serdana vir bikin û cih ji bo rûniştinê nemaye."

Çemê Dîcleyê ji Bakurê Kurdistanê tê. Dirêjahiya wî nêzîkî hezar û 850 kîlometre ye. Nêzîkî hezar û 400 kîlometreyên wî, ku dike zêdeyî ji sedî 70, di nav axa Iraqê re derbas dibe, heta ku dirije Şettul Erebê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin