Ciwanên Şoreşger li pêşiya ofîsa NY li Qamişlo êrîşî xwepêşanderan kirin

.

 Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê duh li dijî girtina dibistan û peymangehên taybet ji aliyê Rêveberiya Xweser ve xwepêşandanek hate lidarxistin, lê Ciwanên Şoreşger êrîşî xwepêşandanê kirin û alozî derket.

Xwepêşandana ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve hatibû rêkxistinkirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanê diyar kiribû û ji xelkê xwestibû ku têde beşdar bibin.

Endamê Komîteya Yasayî ya ENKSê û parêzer Ridwan Sîdo ji Rûdawê re got, Ciwanên Şoreşger û beşek ji hêzên Asayişê bi tundî li kesên beşdar di xwepêşandanê de xistin, hejmarek xwepêşander hatin girtin ku heta niha hejmara wan nayê zanîn.

Ridwan Sîdo got, zêdetirî hezar kesî beşdarî xwepêşandanê bûn, derdora 50 kesî rastî lêdanê hatin, lê di nava wan de derdora 15-20 kesan bi tundî rastî lêdanê hatin, ku yek ji wan rojnamevan Îvan Hesîb bû.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Siyamend Haco: Şam ji bo diyalogê ne amade ye û Rêveberiya Xweser jî hevpariyê qebûl nake
Brîtanya: Piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi Heşda Şeibî nemaye
Rêberê Durziyan spasiya Trump, Îsraîl û Rêveberiya Xweser kir
HSDyê hişyarî da: 'Êriş peymana bi Şamê re dixin metirsiyê'
Baroya Şirnexê: Me li hemberî birîna daran 8 hezar îmze kom kirine