“Ciwanên Şoreşger” 2 keçik ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin

.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca biçekkirina wan, 2 ciwanên di bin 18 saliyê re ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin.

Jêderekî agahdar ji K24 re got, Tevgera Ciwanên Şoreşger roja 13ê cotmehê 2 ciwanê bi navê Sîlva Xelîl Husên û Neîme Hesen Husên ji taxa Şêx Meqsûd revandin.

Diyar kir jî, ew her du keçik ya jidayibûya sala 2007an û dotmanên hevdu ne û dema diçûn mala meta xwe, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin revandin.

Wî jêderî tekez kir jî, ew her du keçik ji bo navendeke çekdarkirinê ya taybet bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine birin.

Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn bi hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn. Ew tax di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

K24

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin