Ciwanekî Kurd di bin 'îşkenceyê' de hat kuştin

.

Ciwanekî Kurd ê ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li zîndaneke çekdarên ser bi Tirkiyê ve di bin îşkenceyê de hat kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye: “Ciwanekî Kurd ji Efrînê di zindaneke çekdarên grûpa Desteya Tehrîr El-Şam a ser bi Tirkiyê de, li parêzgeha Idlibê bi sedema îşkenceyê, canê xwe ji dest daye.”

Heman çavkaniyê diyar kir, navê wî girtiyê ku canê xwe ji dest daye “Ciwan Ebdulhennan Mihemed e, xelkê gundê Xirbet Şeran ê ser bi gundewarê Herêma Efrînê ye.”

Her li gorî wan zanyariyan, Cotmeha 2020an Ciwan Ebdulhenan bi rêya qaçax ji gundewarê Idlibê ber bi Tirkiyê ve çûye, ji bo ku derbasî wî welatî bibe.

Ew ciwanê Kurd ji aliyê çekdarên Tehrîr El-Şam ve tê girtin û çarenivîsa wî nediyar bû, heta ku nûçeya canjidestdana wî hate ragihandin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e