Ciwanekî din ê kurd di bin îşkenceyê de ji aliyê Pasdarên Îranê ve hat şehîdkirin

.

Ciwanê bi navê Şehryar Adîlî xelkê bajarê Serdeştê ku li bajarê Serdeştê dema şahiya têkçûna tîma futbolê ya Îranê li hember Amerîkayê dikir, di girtîgeha Îstixbarata Îranê de hatibû girtin, bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihandiye ciwanê bi navê Şehryar Adili, 25 salî ku roja 30.11.2022 li Serdeştê hatibû destbiserkirin, di dema pîrozbahiya têkçûna tîma futbolê ya Îranê li hember Amerîkayê di Kûpaya Cîhanî ya Qeterê de di nava otomobîla xwe de bûye ji aliyê hêzên îstixbaratî yên Pasdarên Îranê hatiye revandin rastî îşkenceyê hatiye û piştî demekê roja 03. 12. 2022ê hatiye azadkirin.

Herwiha Hengawê belav kiriye ji ber birînên xwe yên giran Şehryar Adilî li mala bavê xwe canê xwe ji dest daye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle