Ciwanekî 25 salî xwe kuşt

Li Amedê, ciwanekî Kurd xwe avêt ser rêya otomobîlan û dawî li jiyana xwe anî.

Bûyer li ser rêya di navbera parêzgehên Amed û Rihayê yên Bakûrê Kurdistanê de rû da.

Ciwanê Kurd ê bi navê Sayim Aras, derket ser pira li ser rêya bejahî û xwe avêt ser rê ku hatinûçûna seyareyan a li ser wê rêyê zêde bû.

Ew ciwan ji bildahiyeke çend metreyê ket ser rê û otomobîleke ku bilez derbas dibû, bi xeletî daye ser wî ciwanî.

Di vê encama bûyerê de wî ciwanê ku temenê wî 25 sal bûn, li cihê bûyerê cane xwe ji dest da.

Termê ciwanê Kurd ji bo karûbarên otopsiyê bo morga Nexweşxaneya Selahedîn Eyyûbî ya Amedê hat rakirin.

Kesûkarên Aras jî bi bihîstina bûyerê gihiştin wê deverê û yek ji wan jî xwest xwe di wê pira li ser rê de biavêje, lêbelê ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hat girtin û astengkirin.

Sayim Aras xwendekarê beşa Psîkolojî ya Zaningeha Kocaelî ya Tirkiyê bûye û piştî bi dawî hatina xula xwendinê ya îsal, bo betlaneyê vegeriyaye bajarê xwe Amedê. 

Heta niha nayê zanîn bê ka wî ciwanî çima dawî li jiyana xwe aniye.

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye