Ciwanek Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin

.

Li bajarê Banê yê Îranê, ciwaneke Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin. Welatiyên ku nerazîbûn nîşanê kuştina ciwanê Kurd dane, xala hêzên îranê şewitandin.

Li gorî Saziya Mafê Mirovan a Îranê, ciwanê bi navê Bêhzad Ezîzî yê 19 salî li xaleke kontrolê ya di navbera bajarên Bane û Boyînê de rastî êrîşa hêzên Îranê hat. Ciwanê ku ji serê xwe giranî birîndar bûbû, di nexweşxaneyê de tevî hemû mudaxaleyan jî nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî diyar kirin ku duh dema ku Ezîzî dixwest vegere gundê xwe li xala hêzên reşî bê hişyarî raste rast bûye armanca êrîşê.

Heman jêder didin zanîn ku piştre xelk çûne ser binkeya “Kerîmawa” ku ev ciwan li wir hatiye kuştin û binke dane ber agir.

Beriya niha jî, kolberek bi navê Hisên Xendanî çend roj berê li sînorê Hengejal ê Baneyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin.

Li gorî daneyên hatine bidestxistin sala borî 39 kolber hatine kuştin û 195 kolber jî birîndar bûne. (Rûdaw)

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin