Ciwanan bajarê Pawe û derdora wî bajarî banghêjiyek bo ciwanan belav kirin

.

Ciwanên bajarê Paweyê banghêjiyek derheq daketina ciwan li nav qad û kolanan de belav kir û dane zanîn, emê şeqaman bikin bi meydana govendê.

Ciwanên bajarê Paweyê di banghêjiya xwe de dibêjin: Emê roja şemiyê 30ê Rezberê nîşan bidin ku xwediyê wî erdî kê ye? Û kê bihanî ye? em ji mala xwe natirsin, bikirêgirtî divê bitirsin. Emê şeqaman bikin bi meydana govendê li dijî dîktaroran.

Bijî jin, jiyan, azadî

Herwisa li bajarê Urmiyê jî, ciwanana bi nîvîsandina siloganan li ser dîwaran daxwaz ji xelkê kirine ku roja Şemî 30ê Rezberê birijine ser şeqaman û govenda berxwedaniyê li dijî rejîma serkutkar a Îranê bi rê ve bibin.

Herwisa Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de belav kiriye: “Em daxwazê li hemû xelkê seranserê Îranê, aliyên siyasî û çalakvanên siyasî û medenî dikin ku roja Şemî 30ê Rezberê, ji demjimêr 12ê nîvro pê ve li seranserê Îranê dest bi grev û xwenîşandanan bikin da ku bersiveke guncaw bi serkutkar û tepeserên zarok û bendkiriyên girtîgeha Êvînê re be.

Çavkanî

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin