Civîna PYD, ENKS û Mezlûm Ebdî bi dawî bû

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, PYD û ENKS li hev civiyan.

Li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatine, civîn li parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn diyar kir ku civîn "gelekî baş" derbas bûye û dê di nava çend rojan de rêkeftin were ragihandin.

Li gorî çavkaniyê, di civîna PYD û ENKSyê de Mezlûm Ebdî û nûnerên Hevpeymaniya navneteweyî jî amade bûne.

Her wiha di şandeya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS)de  Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Nimet Dawid, Feysel Yûsif û Silêman Oso cîh girt.

Li aliyê din, Endamê Desteya Birêvebir a Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û Perwîn Yûsif û Berdevka Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) Sema Bektaş di civînê de amade bûn.

ENKSyê doh  di daxuyaniyeke xwe de tekez kiribû ku pêwîstî bi lezgînkirina avakirina dîtineke siyasî ya Kurdî ya hevbeş û pêkanîna şandeyeke Kurdî ya yekgirtî ji bo pêwendî û diyalogê bi birêvebiriya nû ya li Şamê re heye.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Çep ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Stockholmê Semînerek Li Dar Xist
Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir
Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike
Li Tiflîsê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê tê lidarxistin