Civîna  PWKê ya bi partî û rêxistinên Kurdistanîyan li Kopenhagenê

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 22-06-2025an li Kompenhagena paytexta Danîmarkayê bi partî, rêxistin,siyasetmedar û rewşenbîrên ji çar perçeyên  kurdistanrê re civînek pêk anî.

Di vê civînê de li ser pêwistîya yekrêzî, yekîtî, hevkarîya partî, rêxistin, rewşenbîr, siyasetmedar û civaka welatparêz yên kurdistanî re gotûbêj hatin kirin. Li ser rewş û geşepêdanên herêmê û Kurdistanê hate rawestîyan.

Herweha beşdarên civînê li ser rewş û siyaseta dewletên emperyal; bûyer, geşepêdan, armanc, nakokî, şer û pevçûnên nava wan dewletan û dewletên herêmê; ”pêvajoya bênav” ya dewleta Tirkîyeyê û Abdulah Ocalan û hwd rawestîyan.

Berpirsiyarên PDK, PDKÎ, Hak-Par, PSK, PYDKS-El Wehde, PDK-B, Komela Destek, Komela Kultûrî ya Kurdên Rojava, Komkar, Komkar Kopenhagen, Însiyatîfa Kurd li Danîmarkayê, siyasetmedar û rewşenbîrên ji çar perçeyên Kurdistanê beşdarî vê civînê bûn.

Nûnerên PWKyê Nezîr Akad, Zinar Soran, Mîrza Akar û hinek endamên Danîmarkayê jî beşdarî vê civîne bûn. Piştî vê civînê, nûnerên PWKyê weke mêvan beşdarî Kongreya Federasyona Komeleyên Kurdî li danîmarkê bûn.

22.06.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin