Civîna mehane ya Komîteya Birêveberî ya Diakurdê birêveçû

.

Civîna mehane ya Komîteya Birêveberî ya Diakurdê bi online birêveçû.

Di civînê de bi berfirehî li ser serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê û her wiha hêrişa rejîma dagîrker ya Îranê bo ser bargehên partiyên rojhilatê Kurdistanê PDKIKomala û PAK) û dewerên Başûrê Kurdistanê hate rawestan.


Komîteya Birêveriyê desteka kurdên diaspora bo meş û çalakiyên piştgîriya Rojhilatê Kurdistanê li hember rejîma terorîstî ya Îranê gelek girîng dît û bi pêwîst zanî ji rêkxerên çalakiyan daxwaz bike ku di peywendiyên xwe di gel aliyên Îranî û rêkxistina çalakiyên hevpar di gel wan de, reng û dengê Kurdistanî bi berçav bigirin û deriyê hevkariyê bo hemû aliyên Kurdistanî vebikin. Yeketî û yekrêziya Kurdan li diaspora bêguman dê hêzê bide serhildanê û ji aliyê din bi wî awayî navendên biryarder dê baştir ji daxwaz û pêwîstiyên kurdan agehdar bibin.


Komîteya Birêveberî biryar da ku bi rêya federasyonên endam bi bi berdewamî desteka wê xebatê bike û her wiha bi nivîsîna nameyekê bo navendên navneteweyî dê daxwaza piştgîriya cîhanî bo serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê bike.

 

 

Kurdistan Haberleri

Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin